Li Sîlopîyê qezaya trafîkê: 2 mirî, 5 birîndar

Li Sîlopîyê qezaya trafîkê: 2 mirî, 5 birîndar

Di encama qezaya ku li navçeya Sîlopîya Şirnexê pêk hat de 2 kesên welatîyên Iraqêne canê xwe ji dest dan, yek jê giran 5 kes jî birîndar bûn.

Qeza, doh di seatên êvarê de li ser rêya Îpekyoluya Navneteweyî a Taxa Cumhirîyetê pêk hat.

Li gorî îddîayan, ji teqsîya bi plaqeya 73 T 2021 yê ku di bin îdareya A.Y. de bû û li alîyê Derîyê Sînora Xabûrê diçû re, tira bi plaqeya 05 AAT 540 ku di bin îdareya F.T. de bû lê qelibî.

Ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Dewleta Sîlopîyê re hatin rakirin.

Hat destnîşankirin Eyyûb Ehmed Arap (45) yê welatîyê Iraqêye û Nevzat Ç. (35) yê Mêrdînî ku ji nexweşxaneyê re hatibûn rakirin digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin Xalid Muhammed Omer (25)ê welatîyê Iraqê giran birîndar bûye, şofêrê teqsîyê A.Y. û Muhammed Ramazan Omer (24), Mehdî Ahmed Arap (50), Welîd Ahmed Arap (40) bi sivikî birîndar bûne.

Şofêrê tirê F.T. û şofêrê teqsîyê A.Y. piştî tedawîyê hatin binçavkirin.

Cenazeya 2 kesên ku mirine ji bo otopsîyê ji Tip a Edlî re hatin sewqkirin û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.