Li Sîlopîyê Quran hat qetandin

Li Sîlopîyê Quran hat qetandin

Li navçeya Sîlopîya Şirnexê, mirovekî bi navê Î.B. li ber avahîya Qeymeqamtîyê qurana Pîroz qetand, xelka ku bûyerê hesîya derketin kolanan û êrîşî wî kirin, Sazîyên Civaka Sîvîl jî derheqê meseleyê de daxuyenîya çapemenîyê dan.

Welatîyên Sîlopî, ji Î.B.yê ku mibtelayê tiryakîye û pêr li ber avahîya Qeymeqamtîyê teşebûsa qetandina Qurana Pîroz kir re bertek nîşan dan û xwestin ku goştê wî ji canê wî veqetînin.

Derheqê bûyerê de Sazîyên Civak yên Sîvîl jî bertek nîşan dan û daxuyanîyekî çapemenîyê lidarxistin.

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Firat Haşîmoglu ve hat xwendin û weha hat gotin:

“Doh ji pîrozên me yê ku em wî wek axavtina Xwedê dihesibînin re ji teref mirovekî bêqîmet ve êrîşekî gemar hat lidarxistin. Em êrîşa ku ji Qurana me ya Pîroz re hatîye kirin bi tundî şermezar dikin. ev teşebûsa gemar, tenê Sîlopîyê na hemû alema Îslamê kirîye nav kederê.”

Haşîmoglu îfade kir ku ev bûyer navçeya me ya Sîlopîyê temsîl nake: “Ji ber ku ev bûyer li navçeya me ya xweşik pêk hatîye em zêdetir bikeder û xemgîn in. Di vê erdnigarîyê de gelek alim hatine perwerdekirin, Çîyayên Cudîyê bi jidayîkbûna duyemîn a dinyayê yanê bi keştîya Nuh cardin jîyan dîtîye. Wek ku xelkê Sîlopîyê ji vê êrîşa ku li dijî kitêba me ya Pîroz re hatîye kirin re misemehe nîşan nade, kaosê jî çênake û anîtîye ziman ku bila dewlet ji vê şexsê re cezayê bide. Em ji Birêz Qeymeqamê me Cîhat Koç û endamên me yên ewlehîyê re ku di serê bûyerê de xelkê gazî sikûnetê dikirin re teşekur dikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.