Li Silopiyê wesayîta bi zirx li malekê qelibî: 2 zarok mirin

Li Silopiyê wesayîta bi zirx li malekê qelibî: 2 zarok mirin

Li Silopiya navçeya Şirnexê wesayît bi zirx a polêsan li malekê qelibî, di encama bûyera ku pêk hat de 2 zarok jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bûyer doh êvarî di derdora seat 23.50an de li Taxa Karşikayaya Silopiyê pêk hat. Hat diyarkirin wesayîta bi zirx a polêsan ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li mala kesê bi navê  Mesut  Yildirim  qelibî. Di encama bûyera ku qewimî de 2 zarokên bi navê Muhammed û Furkan Yildirim ên ku radizan  jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo zarokên ku jiyana xwe ji dest dan li Mizgefta Hz. Osman taziye hat danîn.

Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.