Lı Sînor Şer
Li gor xeberan hat îfade kirin ku li ber Akçakaleya Rûhayê, li hêla Sûriye li beldeya Telebyada bajarê Raqqayê
Lı Sînor Şer
Lı Ber Akçakaleyê Lı Hêla Sûrıye Ordî Û Muxalîf Şer Dıkın
Li gor xeberan hat îfade kirin ku li ber Akçakaleya Rûhayê, li hêla Sûriye li beldeya Telebyada bajarê Raqqayê, di navbera ordiya Esed û muxalîfan de şerrên şedîd diqewimin. Pevçûn bûn sebebê endîşeya hêla Tirkiye jî. Li Akçakaleyê li merkez û li gundên sînor, mekteb hatin tatîl kirin.
Xeberan diyar kir ku agirê şerên dinavbera hêzên Esed û muxalîfan de, pijiqî bajarê Raqqayê. Ev serê 3 rojan e ku li wir şer berdewam e. Ji bo deriyê sînorê bidest bixin, şer dijwar buye. Gulle û fîşengên pekiyan hêla Tirkiye, bûn sebebê birîndarbûna 3 kesan. Di pevçûnan de gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne. Gelek kesên ku ji şer reviyan, sînor derbas kirin û hatin hêla Tirkiye.
Ji ber van pevçûnan, bi qirara perwerdehiya mîllî, li merkeza Akçakaleyê û li gundên sînor, mekteban rojekê tatîl kirin û hat îfade kirin ku şer dewam bike wê muddeta tatîlbûnê jî bê dirêjkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.