Li Sînor, Şer û Pevçûn Berdewam e
Ev serê 5 rojaye ku li Serêkaniya navçeya Hasekiyê şer û bombardiman dewam dike.
Ev serê 5 rojaye ku li Serêkaniya navçeya Hasekiyê şer û bombardiman dewam dike. Heta niha bi dehan kurdên navçeyê ji ber êrîşên hêzên Esad hatine kuştin. Gelek kesên birîndar derbasî hêla Ceylanpinarê bûn. Ji ber êrîşên bi top û fuzeyan, hinek welatiyên Ceylanpinarê yên nêzî sînor, malên xwe terk kirine, li ba merivên xwe dimînin.
Serekê belediya Ceylanpinarê Îsmaîl Arslan wiha beyan kir “Li navçeyê xelk bi panîkin. Gelek esnaf dikanên xwe venakin. Welatî navçeyê terk dikin.”
Hat gotin ku wê teyarên herbê yên Tirkiyê, bi amanca ewlehiyê li ser Ceylanpinarê bigerin. Wekî tê zanîn ji ber ku navçeya Serêkaniyê ketiye destê muxalîfan, teyarên Sûriyê navçeyê bombardiman dikin.
Li aliyê din ji teref wezîrê karên derve Davutoğlu ve hat diyarkirin ku Tirkiye notayek din daye Sûriyê. Ehmed Davutoğlu îfade kir ku hadîse ewlehiya Tirkiyê tehdît dikin, ji ber vê yekê jî Tirkiye careke din nota daye Sûriyeyê. Davutoğlu wiha got “Li Serêkaniyê, bê ferqa sivîl û esker, qetlîam tê kirin. Bi hezaran însan, xwe davêjin sînorê Tirkiyê. Civaka navnetewî hê jî bêdeng e.” www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.