Li Sînorê Sûriye Şer
Eskerên Sûriye û Urdunê Dîsa Şer Kirin.
Li gor xeberan, di navbera eskerên Sûriye û Urdunê de dîsa ji ber reva multeciyên Sûriye şer derket. Li Dera ya bajarê sînor, şer qewimî. Hat gotin ku eskerên Sûriye, gulle bera kesên dixwazin herne Urdunê dan. Li ser êrîşa wan, eskerên Urdunê jî li wan reşandin. Şer giran buye.
Li nav Sûriye jî, bi giranî li Heleb û Şamê, di navbera hêzên Esed û muxalîfan de şer dewam dike. Ji teref konseya şoreşa giştî ya Sûriye ve hat îddîa kirin ku hêzên Esed, li Şamê 27 kesan bi gullan îdam kirine, malan şewitandine. Hejmara birîndaran zêdetirî 100 kesan e.
Li aliyê din ajansa Reutersê diyar kir ku serokê Emrîkayê Barak Obama fermaneke dizî îmza kiriye. Ferman rê dide Emrîka ku alîkariya çekdarên muxalefeta Sûriyê bike daku serokê Sûriyê Beşar Esed û hukumeta wî bên xistin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.