Li Şirnexê Coşa Muhammedî
Bi minasebeta salvegera wîladeta pêxemberê me, li bajarê Şirnexê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember, bernameya mevlûdê hat lidarxistin.
Bi minasebeta salvegera wîladeta pêxemberê me, li bajarê Şirnexê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember, bernameya mevlûdê hat lidarxistin. Gelê Şirnexê bi tevlî kal û pîr, jin û mêr, keç û xort û zarokan beşdarî bernameya pîroz bûn.
Pey xwendina Quranê di xeberdana destpêkê de, Serekê komela Nûh Eğîtîm Derê Emced Yalçin, li beşdaran silav kir. Da zanîn ku, Sumeyye Çelîka ku di mewlûda Amedê de bi cereyanê can dabû, mîna şehîd dihesibînin û ji bo evîndarên pêxember û eşqa Resûlûllah îftîxar e.
Dûre hunermend û qîzên biçûk, îlahî û merşên xwe yên ji bo Resûlûllah, hunirandin. Di bernamayê de hat dîtin ku, millet ji ber candana Sumeyye Çelîk zêde hestiyar bûye. Pey îlahiyan mewlûda Şerîf hat xwendin. Mela Osman Teyfûr li ser siyer û şîretên pêxemberê me xeber da. Da zanîn ku, kesên li ber Resûlê Xweda rabûne daim winda kirine. Di vê dewrê de jî kesê dijminantiya Resûlê Xwedê û evîndarên pêxember bikin wê winda bikin. Di mekteban de ew qas dijminantiya dîn kirin, feqet dijminê dîn winda kirine.
Helbesta li ser eşqa pêxemberê me ya ku par Şehîd Sumeyye Çelîk di bernma mewlûdê de xwendibû, dîsa ji dengê wê hat weşandin. Gelek aşiqên pêxember hêsrên xwe negirtin. Xisûsen qîz û ciwanan ji ber deng û îxlasa Sumeyye Çelîk, tekbîr û selewatên qut nekirin, alayên tewhîdê yên di destê xwe de bilind kirin. Malbata Sumeyye Çelîk jî îfadekirin ku qîza wan ji biçûkahiya xwe heta candayîna xwe bi eşqa Resûlûllah bûye.
Millet ji ber bernama mewlûdê, kêfxweşiya xwe anîn ziman. Bername bi xwendina Quranê bi dawî bû. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.