Li Şirnexê dibistan ji ber berfê hatin tetîlkirin

Li Şirnexê dibistan ji ber berfê hatin tetîlkirin

Li navçeya Elkêya Şirnexê, ji ber sedema şilîyê roja Înê dibistan hatin tetîlkirin.

Walîtîya Şirnexê daxuyand ku ji ber barîna berfê ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hatîye dayîn.

Di daxuyanîya walîtîyê de weha hat gotin:

“Li navçeya Elkê ji ber şert û mercên hewayê û barîna berfa zêde ku tesîreke xerabî li jiyanê kir, 12ê Çileyê roja Înê li hemû saziyên perwerdeyê perwerdehî hat sekinandin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku personelên astengdar û ducanî yên di sazî û dezgehên sazîya giştî de dixebitin jî dê rojekê di betlaneya îdarî de bin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.