Li Şirnexê Erdhej
Zelzele Li Bajaren Derûdor Jî Hat Hîskirin
Li gor xeberan hat gotin ku do nêzî nîvê şevê, li Şirnexê erdhejek bi meznahiya 5 noqte 3, qewimî. Di hadîseyê de, tiştek bi tu kesî nehat. Zelzele li bajarên derûdor jî hat hîs kirin.
Hat beyan kirin ku merkeza erdhêjê, gundê Gerur û Qilebanê bû. Erdhêj li Mûş, Mêrdîn, Sêrtê, Diyarbekir û navçeyên derdorê jî hat hîskirin. Ji ber zelzelê milletê Şirnexê, bi tirs û panîkê xwe avêt kolan û meydanan. Hat îfadekirin ku erdhejê bi tenê zirar daye malên li Bêşebabê. Li herêmê Qizilay û saziyên sivîl û qamuyê, li ber hadîseyê amadebûn ji bo mudaxalayê.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.