Li Şirnexê, Esker û Wesaîtên Eskeriyê Sewkî Sînorê Herêmê Dibin
Li Şirnexê, Esker û Wesaîtên Eskeriyê Sewkî Sînorê Herêmê Dibin
Li gor xeberên hatine diyar kirin, ordiya Tirkiyê bi ser Cizîra navçeya Şirnexê ve, esker û wesaîtên ku ji mayin û teqîna zirar nabînin, sewkî sînorê herêma Kurdistanê dike. Sewkiyat do di bin kontrola ewlehiyê de pêk hat. Konvaya wesaîtên zirxî yên personel hilgirtibûn û 10 mînîbusên sivîl, di bin tedbîrên ewlehiyê de sewkî sînor bûn. Wesaîtên Hammirên ku frekansan xeradikin jî refaqetî konvoyê kirin.
Li aliyê din hat gotin ku do bişev ji Çelêya navçeya Colemêrgê, gelek gullê topan hatine avêtin hêla herêmê. Top ji hêla Darsingê hatine avêtin. Avêtina gullê topan qederê saetekê dewam kir.
bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.