Li Şirnexê fînala çalakiya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" hat lidarxistin
Li Şirnexê ji aliyê Evîndarên Pêxamber ve çalakiya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" hat lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyê de bi sedan zarokên ku meşiyan, bal kişandin ser vê yekê ku divê nimêj di navenda jiyanê de be.
Di çalakiya ku li Camiya Mezin berdewam kir de îlahî hatin xwendin, ji aliyê zarokan ve bi hev re nimêj hat kirin û ji ber bûyerên ku li Xezeyê diqewimin ji bo gelê Filistînê dua hat kirin.
Bi sedan zarokên ku hatin cem hev, di destên xwe de pankartên ku li ser wan "Li Aqsaya Azad Nimêj Dê Xweştir Bibe", "Bi Ezanê Vejînê Bi Nimêjê Bijîn", "Roniya Çavên Min Nimêj" û "Dengê Aqsayê Nifşê Quranê" nivîsîbû hilgirtin.

Nûnerê Evîndaren Pêxember Selman Akman ê ku diyar kir wan xwestiye bi vê meşê vê perwerdehiyê tacîdar bikin, got: "Beriya çalakiya me, me 15 rojan perwerdehiyên cihêreng dan xwendekarên xwe yên di navbera temenê 7-12an de. Îro jî me fînala çalakiyê pêk anî."
Akman wiha axivî: "Armanca me ev e ku em bi vê perwerdehiyê nimêjê ji zarokên xwe re bidin hezkirin, fêrbûna wan a nimêjê û bi hişmendiya nimêjê mezinbûna wan peyda bikin. Bi van perwerdehiyên xwe em bi hêvî ne ku nifşekî xêrxwaz û ji nimêjê hez dike bigihîjînin. Bi xêr û xweşî zarokên me bi nimêjê mezin bibin û jiyana xwe bi nimêjê ava û îhya bikin."
Malbat û welatî tevlî çalakiyê bûn.
Bername bi duaya ku hat kirin bi dawî bû.





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.