Li Şirnexê li dijî PKKê operasyon: 14 girtin

Li Şirnexê li dijî PKKê operasyon: 14 girtin

Hat destnîşankirin ku li Şirnexê li dijî PKK/KCKê operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonê de 14 şikdar hatin girtin.

Walîtîya Şirnexê, derheqê operasyona ku di koordîneya Serdozgerîya Komarîya Şirnexê ji teref Fermandarîya Cendermeya Bajar a Şirnexê ve ku li dijî PKKê hat kirin de daxuyanî belav kir.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Di encama operasyona ku di 20ê Îlona 2022yan ya roja Sêşemê di seat 06.00an de hat kirin de 14 şikdar hatin qefaltin û hatin binçavkirin. Ji bo şikdareke ku bê qefaltin jî xebat hêj didome. Di encama lêgerîna ku di malên şikdaran de hat kirin de; Keleşkofeke bê rihset, 4 heb şarjora keleşkofê, 1 tivingeke bê rihset, 184 heb fişekên 7.62mmyî, 6 heb fişekên tivinga seydê, 4 heb qerta hefizeyê, 2 heb flash bellek û 12 heb telefon hate bidestxistin. Bi telîmeta Serdozgerîya Komarîya Şirnexê ve tehqîqat berdewam dike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.