Li Şirnexe operasyona cixareyên qaçax

Li Şirnexe operasyona cixareyên qaçax

Li Cizîra navçeya Şirnexe 20 hezar û 750 pakêt cixareyên qaçax hatin bidestxistin.

Li Cizîra navçeya Şirnexê di wesayîteke ku hat sekinandin de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de 20 hezar û 750 pakêt cixareyên qaçax hatin bidestxistin. Li gor beyanata ji teref Walîtîyê ve hat dayîn de hat îfade kirin ku: “Li navçeya Cizîrê di qontrolên ku ji teref cendermeyan ve hat kirin de ji dirûma wesaîtekê şuphe hat kirin. Li ser şûpheyan di wesayîtê de lêgerîn hat kirin û di encama lêgerînê de 20 hezar û 750 pakêt cixareyên qaçax hatin bidestxistin û hat îfadekirin ku derbarê mijarê de kesek hatiye binçavkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.