Li Şirnexê piştî şilîya zêde av rabû û lehî çêbû
Li navçeya Elkê ya Şirnexê bi tevî helandina berfê û bi barîna baranê çem rabûn û lehî çêbû.
Di saetên êvarê de li navçeya Elkê ya Şirnexê piştî barîna baranê Çaya Xabûrê û Newala Varişenê rabûn û derdorên xwe di bin avê de hiştin. Hat îfadekirin ku di encama lehîyê de du pir hilweşîyan.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin ji ber lehî û rabûna çem û newalê gelek xanî di bin avê de man, bexçe zerarê dîtin û hinek wesayît jî bi ava lehîyê ve herikîn.
Ava ku ji çîyayan jî hat ku ji ber helandina berfê çêbû tesîra lehîyê zêde kir.
Hat ragihandin ku gelek ajal jî di axiran de asê man.
Hat hînbûn ku li herêmê lêkolîn berdewam dikin û xebatên zelalkirina xesarê jî didome. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.