Li Şirnexê şer: 10 leşker mirin

Li Şirnexê şer: 10 leşker mirin

Li Şirnexê şer: 10 leşker mirin

Şirnex - Li navçeya Elkê ya Şirnexê PKK'e li dijî lojmanên leşkeran û qereqolên polîsan êrîşa çekdarî pêk anîn. Piştî êrîşê pevçûn derket û di encamê de 10 leşker mirin.

Hate zanin ku saet 22.00ê êvarî de PKK, li Elkê ya Şirnexê li dijî lojmanên leşkeran û qereqolên polîsan êrîşa çekdarî pêk anîn. Piştî li dijî lojman û qereqolan êrîş pêk hat, polîs û leşkeran jî bersîv da û pevçûn derket. Hate diyarkirin ku dengê çekan li navenda navçeyê jî hate bihîstin û welatiyên tax û gundan ji dengê çekan xwe avêtin malên xwe. Di encama şer de 10 leşker mirin û 8 leşker jî birîndar bûn.

Di pevçûnê de 10 leşkeran û 3 pkk'yi jiyana xwe ji dest dan. Îro jî cenazeyên her 3 mensubên PKK jiyana xwe ji dest dane ji aliyê welatiyan ve hatin girtin û bi meşê anîn navenda navçeyê. Leşkeran bi wesayîtên zirxî pêşiya girseyê birî û dest danî ser cenazeyan. Li ser vê yekê di navbera leşker û girseyê de pevçûn derket. Hate ragihandin ku li navçeyê pevçûn belav bûn û niha jî berdewam dike.

Waliyê Şirnexê Vahdettîn Ozkan derbarê êrişê de got: “Hêzên ewlekariyê piştî êrişê operasyonekî berfireh dane dest pê kirin û bê navber berdewam dike.”

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.