Li Şirnexê û Diyarbekirê 7 roj li Xarpêtê jî 15 roj meş û xwepêşandan hatin qedexekirin

Li Şirnexê û Diyarbekirê 7 roj li Xarpêtê jî 15 roj meş û xwepêşandan hatin qedexekirin

Piştî operasyona hêzên Tirkîyeyê li Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Başûr, ji teref Walîtîya Diyarbekirê, Şirnexê û Xarpêtê ve daxuyanîyên qedexekirinê hatin belavkirin.

Walîtîya Şirnexê û Diyarbekirê ji bo 7 rojan Walîtîya Xarpêtê jî ji bo 15 rojan xwepêşandan, meş û bernameyên ku di cihên vekirî de bên kirin qedexe kirin.

Li gorî daxuyanîyên Walîtîyan li Diyarbekirê ji 21ê Mijdarê pê ve ji bo 7 rojan, li Şirnexê ji 22yê Mijdarê pê ve ji bo 7 rojan, li Xarpêtê jî ji 21ê Mijdarê heta 5ê Qanûna Pêşîn daxuyanîya çapemenîyê, çalakîya rûniştinê, danîna konan, mîtîng, qampanyaya îmzeyê, vekirina standê, merasîma cenazeyê, qonser, leyîstik, fealîyetên bi deng û bi xuyang, belavkirina broşûran hatin qedexekirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.