Li Somalîyê ji ber lehîyê 110 kes canê xwe ji dest dan

Li Somalîyê ji ber lehîyê 110 kes canê xwe ji dest dan

Li Somalîyê ev bû çend hefteye baranekî dijwar dibare, ji ber ev barîna baranê lehî pêk hat û heta niha 110 kes canê xwe ji dest dan.

Ji Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî, (OCHA) hat daxuyandin ku li Somalîyê di encama barana ku bû çend hefteye dibare hejmarê candayîyan zêde dibe.

Hat îfadekirin ku hejmarê candayîyan derket 110 kesan û ji ber afetê nexweşînên şobê jî zêde dibe.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin heta niha ji ber afetê, 2,5 milyon însan tesîrdar bûne, ji 800î zêdetir însan jî lazimatîya wan ji alîkarîya lezgîn re heye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.