Li Srî Lanka Protesto

Li Srî Lanka Protesto

20 Hezar Kes Li Ber Fîlma Heqaretwarî Meşiyan

Li Srî Lankayê li paytext Colomboyê, zêdetirî 20 hezar musluman li ber fîlm û qarîqatorên heqaretwarî, li ber kampanyayên Ewrûpa yên li dijî Îslamê protesto li dar xistin. Millet bi tekbîr û sloganan di kolan û caddeyên merkeza bajêr de, ber bi sefaretxana Emrîka ve meşiyan. Bi parqartên “Em heqaretên li dîn û muqeddesatan qebûl nakin. Hz Muhammed şerefa me ye.” meşiyan, di aleyhê Emrîka û Fransa de slogan avêtin.

Protestovanan wiha diyar kir “Me pir sebir kir. Quran şewitandin. Qarîqatorên heqaretwarî şewitandin. Niha jî fîlmek xebîs dan çêkirin. Em ji bo van heqaretwariyan telîn û şermezar bikin, li vir kom bûne.”

Polîs barîkat danîn pêşiya protestovanan da ku nêzî sefaretxana Emrîka nebin. Protestovan jî di aleyhê Emrîka de slogan avêtin, cezakirina çêker û piştgirî û fînansorên fîlmê xwestin.

Li Srî Lankayê di hukmê heftekê de ev cara sisiya ye ku li ber fîlma xebîs protesto tê li dar xistin. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.