Li Stenbolê bav û 3 zarok mirî hatin dîtin

Li Stenbolê bav û 3 zarok mirî hatin dîtin

Li navçeya Sancaktepeya Stenbolê di daîreya qazaneke sîteyê de cesedên bav û 3 zarokên wî yên bê can hatin dîtin. tehqîqata dozê berdewam dike.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer li Taxa Fatîhê ya navçeya Sancaktepeyê li cadeya Selahaddîn Eyyûbî di daîreya qazanekê sîteyê de pêk hat.

Piştî ku ji bavê Mehmet Altun ê ku li cihê ku hînî teknîsyeniyê bû agahî nehat girtin, ji ekîbên polîsan re xeber hat şîyandin.

Di qazana ku ekîbên polêsan bi şik û gumanan bi alîkariya qeflefir derî vekir, cenazeyên bavê Mehmet Altun û 2 kur û keçeke daliqandî hatin dîtin.

Hat îddîakirin ku Altun demeke di navbera wî û pîreka wî de pirsgirêk çêbûye û piştî jina wî ji malê derketîye xwe bi tevî zarokên xwe re întîhar kirîye, tehqîqata ekîbên polêsan a der barê bûyerê de berdewam dike.

Li aliyê din hat hînbûn ku piştî tehqîqatên li cihê bûyerê cenaze birin merga Saziya Tipa Edlî. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.