Li Stenbolê êrîşa çekdar: 4 mirî 2 birîndar

Li Stenbolê êrîşa çekdar: 4 mirî 2 birîndar

Di encama êrîşa çekdarî ya ku li Pendîka Stenbolê hat lidarxistin de 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeya Pendîka Stenbolê di navbera ferdên malbatekê de ji ber lihevnekirina mîrasê pevçûn derket. Di dema pevçûnê de yekî damençeya di ber xwe da bi kar anî û êrîş bir li ser wan kesên din.

Di encama êrîşê de 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Kesê êrîşkar ji teref polêsan ve hat binçavkirin û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.