Li Stenbolê Pira 3an

Li Stenbolê Pira 3an

Li Stenbolê li ser tengavê pira 3an tê avakirin. Esasê pira bi navê Yavuz Sultan Selîmê, bi merasîm hat avêtin. Serekcimhûr Ebdullah Gul, serekwezîr Tayyîb Erdoğan, serekmeclîs û hinek wezîr tevlî merasîma avêtina esasê pira tengavê ya 3an û projeya riya

Li Stenbolê li ser tengavê pira 3an tê avakirin. Esasê pira bi navê Yavuz Sultan Selîmê, bi merasîm hat avêtin. Serekcimhûr Ebdullah Gul, serekwezîr Tayyîb Erdoğan, serekmeclîs û hinek wezîr tevlî merasîma avêtina esasê pira tengavê ya 3an û projeya riya otoyê ya bakurê Marmarayê bûn.

Wezîrê ragihandin, behrevanî û komînîkasyonê Bînalî Yildirim diyar kir ku, wê pira han di dinyê de ya herî fireh be, wê hemî trafîka transîtê li ser vê pirê pêk bê.

Tê qestkirin ku pir di 29ê Gulana 2015an de bi dawî bibe. Li ser pirê wê 10 şerît hebin. Ji wan 8 heb wê ji bo wesayitan bin, wê 2 heb jî ji bo trênê bin. Pir di navbera Poyrazkoy û Sariyer Garîpçeyê de tê avakirin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.