Li Stenbolê Protesto
Bi Hezaran Aşiqên Pêxember Li Meydana Taqsîmê Fîlma Xebîs Tel’în Kir
Platforma evîndarên pêxember ya Marmarayê li Stenbolê li meydana Taqsîmê, bi beyanata medyayî heqaretên Emrîka û Fransa tel’în kirin. Gelek sazî û komelên sivîl û însanî destek dan protestoyê. Millet bi tekbîr û slogan û panqartan û bi zar û zeçên xwe tevlî bernama protestoyê bûn, li ber fîlma heqaretwarî û kovara Fransayî tepkiyek mezin nîşan dan. Girseya bi hezaran li Emrîka û Îsraîl û Fransa lanet barandin, sedeqata xwe ji Hz Muhammed re eşkere kirin.
Bernama ji devê Îlyas Yeşîlmenê bi xwendina Quranê dest pê kir. Bernamevan Murat Fîlîz di xeberdanên xwe de wiha da zanîn “Em piştgiriyê didin tepkî û protestoyên hemî muslumana yên li seranserê cîhanê û selam li hemî muslumanên protestovan û ên şehîd ketine dikin. Kesên destekê didin vê fîlma heqaretê şeytanê mezin Emrîka, siyonîst Îsraîl û hêzên xaçperest in. Em jî mîna hemî protestovanan dibêjin “lebeyyk Ya Muhammed” Ji ber vê yekê jî em li vir civiyane.”
Endamê hereketa Mustezefan Seîd Şahîn wiha diyar kir “Bila laneta Xweda li ser wan kesan be ku vê fîlma heqaretwarî çêkirine, dane çêkirin û destek û fînansa fîlmê kirine. Pêxemberê me berê jî heqaret lê hatibû kirin niha jî lê tê kirin. Wan kesên melûnê heqaretwar, bi dev û zimanê xwe nikarin qasî misqal zerrekê zirarê bidin roj û nûra Hz Muhammed. Divê em dînê xwe baş nasbikin û li ber van melûna bêdeng nemînin. Divê mal û mamulên Emrîka û Îsraîl bên boyqot kirin.”
Nivîskar M. Elî Gonul, di xeberdana xwe de, li ser qîmeta hz Resûlûllah sekinî û silav li hemî xwedî îzzet û ğeyretkêşên muslumanên ku li pêxemberê xwe xwedî derdikevin kir. Cengîz Kurtaran beyanata medyayî xwend. Di beyanatê de xerabiyên rojava û ğeyreta muslumana hat îfade kirin. Sedeqata muslumana ji pêxember re hat diyar kirin.
Bername ji teref Cemal Xoca ve bi xwendina duayê bidawî bû. Heta bername qediya, tekbîr û sloganên millet qut nebûn. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.