Li Stenbolê qezaya trafîkê: 9 birîndar

Li Stenbolê qezaya trafîkê: 9 birîndar

Di qezaya ku li Beşîktaşa navçeya Stenbolê pêk hat 9 kes birîndar bûn.

Qeza bi şev li Kolana Dolmabahçeyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 35 APN 436 ku navê şofêrê wê nehat zanîn û mînîbusa servîsekê li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 9 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.