Li Sûrî êrîş li konvoya siwîlan hat kirin

Li Sûrî êrîş li konvoya siwîlan hat kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî agirbestê tehliya siwîlan a ji Helebê dest pê kiribû. Hat ragihandin ku êrîş li konvoya siwîlan hatiye kirin. 3 kes birîndar bûne.

Li helebê piştî agirbesta 2 yemîn dest bi tehliyeya siwîlan hat kirin. Hat ragihandin ku êrîş li konvoya siwîlên ku tên tehliyekirin hatiye kirin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin ku êrîş li konvoya siwîlan hatiye kirin û di encama êrîşê de 3 kes birîndar bûne. Lê hinek çavkanî jî diyar dikin ku di encama êrîşê de herî kêm kesek jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Tê gumankirin siwîlên ku ji Helebê tên tehliyekirin dê piştî midaxaleya ewil dê wan bibin Îdlîbê. Bi hewldana Tirkiyê Ûris û Îran lihev hatibûn û nîvê şevê agirbesta 2 yemîn hatibû îlankirin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.