Li Suriyê 131 kesa jiyana xwe wenda kir
Li Suriyê, şer û pevçûnên di navbera artêşa azad a Suriyê û artêşa rejîma Esed de, di cejnê de jî dewam kir. Di roja cejna qurbanê a sêyem de ji ber pevçûnan û êrîşan 131 hemwelatiyê Suriyê can dane.
Li Suriyê, şer û pevçûnên di navbera artêşa azad a Suriyê û artêşa rejîma Esed de, di cejnê de jî dewam kir. Di roja cejna qurbanê a sêyem de ji ber pevçûnan û êrîşan 131 hemwelatiyê Suriyê can dane.
Li Suriyê di roja sêyem a cejna qurbanê de, êrîşên artêşa rejîma Esed dewam kirin. Di gellek êrîşan de tê ragihandin ku 131 kesa jiyana xwe ji dest daye. Rêxistina Mafê Mirovan a Suriyê, diyar kiriye ku, di êrîşên artêşa rejîmê a li dijî mixalifan de, jê 22 zarok, 15 jin 113 kesa jiyana xwe wenda kirine. Tenê li Şam û derdorê Şamê jî 59 kesa jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina Mafê Mirovan a Suriyê, hejmara kesên ku mirine li gorî bajaran wiha diya dike; li Îdlibê 31, li Helebê 19, li Humusê 10, li Deyr-i Zorê 8, li Hamayê 2 û li Darayê 2 kesa jiyana xwe ji dest dane û li temamî welêt hejmara miriyan gihaştiye 131 kesan e.
Rêxistina ku navenda xwe li Londonê ye,Rêxistina Mafê Mirovan a Suriyê, di encama êrîş, dardakirin, bi avêtina topan, êrîşên hewayî kujtinên ku pêk hatine, dîmenên pirraniyên bûyeran li ser înternetê diweşîne.
Konseya Şoreşa Giştî a Suriyê jî diyar kiriye ku, teva biryara agirbestê jî, di 3 rojên cejna qurbanê dê, 127 cara agirbest hatiye binpê kirin.
rojevakurd
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.