Li Sûrîye Dîsa Qetlî'am
Li Sûrîye ji du sala vir ve ye şerê navxwe didome. Do qetlî’amekî dî li Sûriye qewimî.
Li Sûrîye ji du sala vir ve ye şerê navxwe didome. Do qetlî’amekî dî li Sûriye qewimî.
Pey Hama û Hule yê ciyê qetlî’amê vêcarê gundê El Beyda a sahîlê bû. Yekîneyên Artêşa Esed hem ji hewayê ve û hem jî ji erdê ve gundê bi Tartûsê ve girêdayîye bombebarankirin.
Pey serdegirtina ‘Eskerên Esed li gundê El Beyda ji alî rejimê ve 50 gundî tevlî pîrek û zarokan xwe hatin kuştin..
Tê beyan kirin ku bi gund re ragihandin hatiye birîn û dibe ku hejmara miriyan bi ser sedî jî bikeve.
El Beyda dora bi gundên ‘Elewî yên ku aligiriya Esed dikin ve girtiye û berî niha jî bûbû hedefa hêzên rejimê. Gund di serê serhildana Sûrîyê de ji ciyê ‘ewil yê serhildan lê qewimîbû ye. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.