Li Sûriyê duhî 77 kuştî hebûn

Li Sûriyê duhî 77 kuştî hebûn

Hewlêr, 14 Hezîran (AKnews) – Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihandin ku duhî, li Sûriyê 77 kes ji ber bombebaranê û di xwepêşandanên li sertaserî Sûriyeyê de hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî aşkera kir ku li bajarên Hums, Deraa, Dêrazorê, Şam û Îdlibê 77 kes ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Herwiha piştî şaregunda Hifê ya bi ser parêzgeha Laziqiye de hate dorpêçkirin û artêşa Sûrî ya Azad ji Hifê vekişî, artêşa rejîmê ketê û dest bo operasyon û girtin û bi serdegirtina malan kir.

15 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 11 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

hr (AKnews)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.