Li Sûrîyê Pevçûn û Şer Berdawam In

Li Sûrîyê Pevçûn û Şer Berdawam In

Li Sûrîyê pevçûna navxwe bi tevî şiddeta xwe dewam dike.

Li Sûrîyê pevçûna navxwe bi tevî şiddeta xwe dewam dike.

Li gor îddîayan artêşa Sûrîyê bi teyaran  Rojhilat û Başûra Şamê cihê ku di bin kontrola muxalifan de ne bombebaran kir.

‘Eskerên Esad, li Îdlîbê bi teyaran êrîşê herêmên wek Derkûş, Zerzûr, Mişmişhen, Yaqûbiye, Hamamî, Zehra, Kepet û Harîmê kirin.

Di êrîşan de gelek kes birîndar ketine. Pevçûnên ku li vê herêmê didomin li qezaya Altınöz a Antakyayê jî tên sehkirin.

Ji ber şer û pevçûnên di navbera şoreşvan û artêşa sûrîyê de Firogeha Helebê du roje hatiye girtin.

Di şer û pevçûnan de hejmara kesên ku mirine gelek zêdeye.

Li gor muxalifan hejmara kuştiyan 41 hezar e. Di nav van kuştiyan de 4 hezar zarok jî hene.

Ji Adara 2011an vir ve hejmara kesên di pevçûnan de hatine kuştin 48 hezarî derbas kiriye.

Di hêla dî de li ‘Entabê bi daweta Saziyên Civaka Sivîl qumandarên şoreşa surîyeyê ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin civiyan.

Temsîlkarên grûbên ku têkoşînê dikin û nêzîkî 50 qumandarên şoreşê beşdarê civînê bûn.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.