Li Sûriye Şer Berdewam e

Li Sûriye Şer Berdewam e

Teyarên Ordiya Esed Gelek Herêm Bombardiman Kir

Teyarên ordiya Esed yên herbê, mehelên Şamê û navçeya Serêkaniyê dîsa bombardiman kir. Li gor agahiyên hatine diyar kirin, di operasyon û pevçûnan de gelek kes hatine kuştin. Bi dehan kes jî birîndar bûne. Hat gotin ku muxalîf bi ber merkeza Şamê ve bipêşve diçin. Ji ber vê yekê jî şerên şedîd diqewimin.

Ehlê navçeya Serêkaniyê, vê sibehê dengê bombardimanan şiyar bûn. Ji ber fuze û bombardimanan, li qeza Ceylanpinarê jî panîkek mezin çêbû. Navçe kete tev. Gelek camên xanî û kargehan hatin xwarê. Di bin bombardimanan de, li Serêkaniyê gelek kes birîndar bûn. Birîndarên ku derbasî hêla Ceylanpinarê bûn, wan rakirin nexweşxanê. Wekî tê zanîn berî niha navçe ketibû destê muxalîfan.

Li Sûriyê ev serê 20 mehan e ku hadîse diqewimin. Xelk ji ber pevçûnan perîşan e. Ji ber bombardimanan, ji xelkê 3 milyon kesî, malên xwe terikandine. Derbasî bajar û welatê din bûne. Li welêt tîcaret û bazirganî, li ber seknêye. Xwedîkirina heywanan û çandinî pir zirar dîtiye. Ji lew tê gotin ku nêzî 10 milyon kes, di talûka birçîbûniyê de ne. Hejmara kesên ku derbasî hêla Tirkiyê bûne jî, gîhaye 132 hezar û 920 kesan. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.