Li Sûriyê Şer Dewam Dike, Davutoğlu Esed Tenkît Kir

Li Sûriyê Şer Dewam Dike, Davutoğlu Esed Tenkît Kir

Li Sûriye şer berdewam e. Hêzên yekîneyên ordiya Esed, bajar û deverên ku muxalîf lê pirin, dan ber êrîş û bombardimanan.

 Li Sûriye şer berdewam e. Hêzên yekîneyên ordiya Esed, bajar û deverên ku muxalîf lê pirin, dan ber êrîş û bombardimanan. Zêdetirî 100 kes di pevçûnan de hatin kuştin. Hat gotin ku li qempên Yermûk, Sebîne û Hesîne yên ku multeciyên Fîlîstînê li wan dimînin, di nava muxalîf û eskerên rejîmê de şer diqewimin.

Ordiya Esed bi tanq û top û roketan û bi teyarên herbê, êrîşan pêk tîne. Di bombardiman û pevçûnan de, gelek mal û avahî jî xera dibin, xisarê dibînin. Pevçûnên di kuçan de jî nasekinin. Şer bi piranî û giranî li der û dora Şamê, Helebê, Hama, Himis û Deyrûz Zorê diqewimin.

Li aliyê din wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ehmed Davutoğlu, li ser êrîşên Îsraîl yên ku li Sûriyê li tesîseke eskeriyê rast kiribûn, tewra Şamê tenkît û rexne kir. Davutoğlu wiha beyan kir “Gava ku teyarên Îsraîl, li ser qesra Esad difirin û bi şerefa welêt dilîzin, çima Esed kevirekî jî navêjê? Gelo di navbera Îsraîl û Esed de, peymaneke dizî heye? Îsraîl êrîşî kîjan welatê muslumana bike, emê bêdeng nemînin.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.