Li Sûrîye Şerê Navxwe

Li Sûrîye Şerê Navxwe

Li Sûriyê şerê navbera muxalifan û leşkerên Esed ev 23 mehe dewam dike. Li gor xeberên dawî hejmara kuştiyên şerê navbera herdû aliyan 70 hezar kesî derbas kir.

 Li Sûriyê şerê navbera muxalifan û leşkerên Esed ev 23 mehe dewam dike.  Li gor xeberên dawî hejmara kuştiyên şerê navbera herdû aliyan 70 hezar kesî derbas kir.

Komserê Bilind a Mafên Însana a Dewletên Yekbûyî Navî Pillay, di civîna li Konseya Ewlehiyê de go: “Ji ber tiştên li Sûrîye diqewimên ewê Dewletên Yekbûyî ji alî Tarîxê ve bê mehkemekirin.  Ji bo ku aşîtî bê gavên divê bên avêtin em navêjin û ji ber vê yekê sivîl tên qetlî’am kirin. Hejmara kuştiyan li Sûrîye 70 hezar kesî derbaskir. Bi tenê ji 2013an vir ve ye 10 hezar kes hatin kuştin.”

Di hêla dî de muxalifan beyan kirin ku Firogeheke Sivîl ku xwedyê girîngiya stratejîke hindik maye bidestbixin. Muxalifan beyan kirin ku zêdeyê 40 ‘eskerên Esed kuştine û dora firogehê ji leşkerên Esed hatine paqijkirin.

Muxalifan beyan kirin ku pey firogehê bi temamî bidestbixin wê fîloyên xwe yên hewayî damezrînin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.