Li Sûriyê Sivîl Tên Qetilkirin
Li Sûriye şer bi lez û giraniya xwe berdewam e. Li gor beyanên dawî, tenê di meha Çileyê de nêzî 5 hezar însan hatin qetilkirin.
Li Sûriye şer bi lez û giraniya xwe berdewam e. Li gor beyanên dawî, tenê di meha Çileyê de nêzî 5 hezar însan hatin qetilkirin. Tê gotin ku her roj, bi hezaran kes ji bo xelasiyê direvin dervê welêt. Şer û pevçûn jî nasekinin.
Meha çileyê, ji aliyê pevçûn û kuştin û birîndaran ve, meha herî xerab ya 2an hat qeydkirin. Li gor beyan û reqemên dawî, di meha Çileyê de 4851 kesî can daye. Ji wan 1030 kes ji hêla Esed in, 3305 heb jî xelkê sivîl û mûxalîfan in.
Li aliyê din li ber sînor û di qempan de jî, rewşa multecî û penaberan ne ewqas baş e. Roj bi roj rewşa wan giran û şerpezetir dibe. Divê zû bi zû li halê wan û qrîza Sûriyê re çare bên dîtin.
Têkiliya dewletên rojava û Natoyê, mesela Sûriyê dijwartir dike. Çare bi şêwr û lihevkirina welatên muslumana ye, lê welatên rojava bi amanc û sebebên siyasî û ekonomîk û eskerî û menfîetî, meselê tevlîhev û alozîtir dikin.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.