Li Sûriyeyê nexweşîya kolerayê belav dibe

Li Sûriyeyê nexweşîya kolerayê belav dibe

Şert û mercên jiyanê yên nepaqijî, kêmasîya av û kanalîzasyonên vekirî li Sûriyê bû sedema şoba kolerayê.

Hejmara nexweşên kolerayê ku bi îshal û vereşîna giran xwe nîşan dide, 2 hezarî derbas kir û hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan jî derket 14 kesan.

Rêxistinên sivîl, meclîsên herêmî, şaredarî, midûriyetên tenduristî, perwerde, çandinî û xizmetên civakî yên li herêmên ku nexweşî lê hatiye dîtin, di çarçoveya tedbîrên li dijî kolerayê de hatin cem hev.

Di çarçoveya tedbîrên ku hatine girtin de bi taybetî li bajarên kon dê xebatên tenduristî û paqijiyê bên zêdekirin, li nexweşxaneyan dê xizmetên kolerayê bên vekirin, li bajarên konan nuqteyên qadê bên vekirin û bi ravekirina girîngiya paqijiya li dibistanan zarok ew ê bên parastin.

Koordînatorê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyeyê Îmran Riza di 13ê Îlonê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ev nexweşî ji dawiya meha borî ve li herêmên Heleb, Dêrezor, Reqa, Hesekê û Hemayê yên vî welatî bi bandor bûye.

Riza destnîşan kir ku koleraya ku li hinek herêmên welêt bandora xwe nîşan dide "Ji bo xelqê Sûrîyeyê û welatên herêmê tehdîd e" û bal kişand ser tehdîdan belavbûna lezgîn a vê nexweşîyê.

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî Riza agahî parve kir ku ji 25'ê Tebaxê heta 10'ê Îlonê li tevahîya welêt 936 bûyerên îshaleke giran a ji ber mîkroba kolerayê derketiye holê û herî kêm 8 kes mirine. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.