Li Tehrîrê Pevçûn

Li Tehrîrê Pevçûn

Alîgirên Mubarek Hêrsbûn, Rageşî Derxistin: 110 Kes Brîndar

 Li Misrê li meydana Tahrîrê, hinek grûban ji bo destekê bidin ji wezîfexistina sersewciyê Misrê, xwestin xwepêşan li dar bixin. Lewra mehkema Misrê, di doza polîsên ku bi hesp û deva girtibûn ser meydana Tahrîrê û gelek protestovan birîndar kiribûn de, qirara beraetê dabû. Li ser vê hadîseyê milletê Misrê gelek tepkî nîşan dabû.

Do li meydana Tahrîrê, kesên ku hem piştevaniya qirara Mursî dikir û hem jî sersewcî protesto dikir, rastî êrîş û lêdana hinek alîgirên Husnu Mubarekê dîktatorê Misrê bûn. Her dû alî pevçinîn. Di hadîseyan de 110 kes birîndar bûn.

Li ser pevçûnan wezareta karên hundir ya Misrê gazî kesên li meydana Tahrîrê kir û ji wan valakirina meydanê xwest da ku provokator firsendê nebînin û li memleket alozî û tevlîhevî dernexin.

www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.