Li Tîgrîtê Pêşmerge û Eskerên Îdara Malikî Şer Kir: 13 Kuştî
Li Tîgrîtê Pêşmerge û Eskerên Îdara Malikî Şer Kir: 13 Kuştî
Aloziya di navbera herêma Kurdistan û îdara Malikî, giha pevçûnê. Li bajarê Tîgrîtê di navbera pêşmerge û eskerên îdara Malikî de şer qewimî. Di hadîseyê de 12 eskerên îdara Beğdayê û sivîlek hatin kuştin. Hinek kesên din jî birîndar bûne.
Berî niha eskerên ordiya Beğdayê li dora herêma Kurdistanê bi cîh bûbûn. Serekê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî talîmat da ku hêzên pêşmerge amade bin ji bo eskerên îdara Beğdayê nekevin herêmê. Xeberên ajansan diyar kirin ku li Tîgrîtê di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Dîcleya îdara Beğdayê de şer qewimiye. Di şer de bi kêmanî 12 eskerên Dîcleyê û sivîlek hatine kuştin. Hat îddîa kirin ku teyarên Emrîka jî gihiştine navçeya şer.
Li ser hadîseyê îdara Beğdayê esker sewkî bajarê Diyala kir. Dora 100 wesaîtên eskeriyê û 35 tanq jî li nêzî çiyayê Hîmrînê bi cîh kir. Hêzên Pêşmerge jî di alarmê de ne. Li bajarê Dûzxûrmatûyê bicîh bûn.
Wekîlê waliyê Kerkûkê di beyanekê de vê hadîseyê tesdîq kir û got: “Berî nîv saetê di nava bajarê Tigrîtê de bombeyek bicîhkirî, di heyama derbasbûna karwanekî leşkerên İraqê yên ber bi navçeyê ve hatibûn şandin teqiya.” www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.