Li Tirkiyê 225 hezar pitikên Sûrî hatin dinyayê
Fatma Betul Sayana Wezîrê Polîtîqayên Civak û Malbatê li Rihayê di ziyareta ku li konbajêr kir de diyar kirli Tirkiyê 225 hezar pitikên Sûrî hatin dinyayê.
Wezîrê Polîtîqayên Civak û Malbatê Fatma Betul Sayan ji bo ziyaretinan hat Rihayê û pêşî walîtiyê ziyaret kir. Sayan piştî walîtiyê berê xwe da konbajêrên ku lê kesên penaber dijîn û malbatên Sûrî ziyaret kir. Sayan di dema ziyareta ku kir de ji endamên çapemeniyê de derheqê Sûriyeyiyên ku li Tirkiyê dijîn de agahî da. Sayan di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir li Tirkiyê 225 hezar pitikên Sûrî hatin dinyayê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.