Li Tirkîyê di nav 10 rojan de 203 şewata daristanê derket

Li Tirkîyê di nav 10 rojan de 203 şewata daristanê derket

Îbrahîm Yumakliyê Wezîrê Daristan û Çandinîyê, daxuyand li Trikîyê di nav 10 rojên dawîn de , li 40 bajaran 203 şewatên daristanê pêk hatin.

Wezîr Yumakli, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Di nav 10 rojên dawîn de li 40 bajarên me 203 şewatên daristanê pêk hatin. Di her şewata daristanê de tenê dar naşewitin, hemû ekosîstem tune dibe. Em ji vê sûcê re nebin sedem, welatê xwe yê kesk tev bi hevre biparêzin. Em bîrva nekin ku ji wan kesên ku ji şewata daristanê re dibin sedem re mueyyîdeyên giran hene…” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.