Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê berdewam dike

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê berdewam dike

Sînordarkirina hatin û çûnê ya ku berî niha ji ber zêdebûna pêketîyên Coronavîrusê hatibû îlankirin li bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê berdewam dike.

Di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di navbera seatên 21.00-05.00an de hatibû dayîn.

Vê heftîya qedexeya derketina derve di 26ê Sibatê û 1ê Adarê de tê tetbîqkirin.

Di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de sînordakirina çûyîn û hatinê dê ji êvara 26ê Sibatê di seat nehê êvarî de  dest pê kir û dê di 1ê Adarê de di seat pêncê şeveqê de bi dawî bibe.

Di pêvajoya sînordarkirina çûyîn û hatine de di navbera seatên 10.00-17.00an de dê firin, market, bakkal, fêkîfiroş, êmîşfiroş, kasap vekirî bimînin.

Kesên ku ji sînordarkirinê ne muaf bûn nikaribin derkevin derve.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.