Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê îşev cardin dest pê dike

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê îşev cardin dest pê dike

​Sînordarkirina hatin û çûnê ya ku berî niha ji ber zêdebûna pêketîyên Coronavîrusê hatibû îlankirin li bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê dê îşev cardin dest pê bike.

Di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di navbera seatên 21.00-05.00an de hatibû dayîn.

Vê heftîya qedexeya derketina derve di 29ê Çileyê û 1ê Sibatê de bê tetbîqkirin

Di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de sînordakirina çûyîn û hatinê dê ji êvara 29ê Çileyê di seat nehê êvarî de  dest pê bike û dê di 1ê Sibatê de di seat pêncê şeveqê de bi dawî bibe.

Di pêvajoya sînordarkirina çûyîn û hatine de di navbera seatên 10.00-17.00an de dê firin, market, bakkal, fêkîfiroş, êmîşfiroş, kasap vekirî bimînin.

Kesên ku ji sînordarkirinê ne muaf bûn nikaribin derkevin derve.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler