Li Tirkiyê Zarokên Winda
Di Navbera 2008-2011an De Zêdetirî 27 Hezar Zarok Winda Bûne.
Saziya Îstatîstîka Tirkiyê, der heqê zarokên ku tên û tînin qereqolên emniyetê de, raporek amade kir. Xebat di bin koordînatoriya teşkîlata plankirina dewletê de, bi hevkariya wezaretên karên hundir û edaletê ve hat kirin. Amanca xebatê, tesbîtkirina sebeb û meznahiyên sûcên zarokan, rê girtina li ber van sûcan û tedbîrên parastin û tedawiya zarokan e.
Li gor lêkolînê, hat zanîn ku di 4 salên dawîn de, hejmara zarokên winda, bi ser 27 hezaran ketiye. Ji wan 16 hezar û 289 heb qîz in. Her wiha di vê demê de, hejmara zarokên ku hatine dîtîn jî dora 6 hezariye. Li gor lêkolînê hat îfade kirin ku, di vê demê de, hejmara zarokên ku ji saziyan reviyane 3 hezar û 227 e. Ji wan 1620 heb qîz in.
bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.