Li Tûnûsê Protestoyên Li Ber Şîddetê

Li Tûnûsê Protestoyên Li Ber Şîddetê

Piştî sûîqesta li ber Şukru Belîdê lîderê partiyeke muxalîf, li Tûnûsê protesto dest pê kiribûn.

 Piştî sûîqesta li ber Şukru Belîdê lîderê partiyeke muxalîf, li Tûnûsê protesto dest pê kiribûn. Protesto bi pirranî bi amanca şîddetê li ber buroyên hereketa Nahdaya  Raşîd Gannûşî dihatin kirin. Lê niha li welêt protesto ji teref millet ve tên kirin û li ber şîddetê tên rastkirin.

Meşvan û protestovanên alîgirên partiya hereketa Nahdayê ya ku li îktîdarê ye, li ber şîddetê meşiyan. Di sloganên xwe de destek dan hikûmetê û şîddetê şermezar kirin. Bi deh hezaran protestovan, piştevanî dan meşrûiyeta hikûmeta mîllî.

Meşvan xwestin ku, qanûna parastina şoreşê bê aktîfkirin, sermezinên dewra rejîma berê neyên welêt. Hat gotin ku hinek mezinên hereketa Nahdayê û hinek parlementerên meclîsa muweqqet jî, tevlî protestoyan bûne. Meş û mîtîng, li ber protestoyên şîdetê yên çendakî berê, hatin lidarxistin.

Pispor didin zanîn ku destên qirêj û gemar yên ku, Misir tevlîhev dikirin, niha jî dixwazin Tûnûsê tevlîhev bikin. Meqseda wan ev e ku, şoreşan di nezera xelkê de bêqîmet bikin.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.