Li Ûşakê Qeza Trafîkê
Otoboseke rêwiyan ya ku ji Mereşê diçû Îzmîrê, li Ûşakê ji konrolê derket, li bariyeran qelibî û dûre jî qulibî.
Otoboseke rêwiyan ya ku ji Mereşê diçû Îzmîrê, li Ûşakê ji konrolê derket, li bariyeran qelibî û dûre jî qulibî. Di hadîseyê de şofêr û 5 rêwî can dan, 11 kes jî birîndar bûn. Hadîse li nêzî beldeya Buyukotûrakê qewimî.
Li ser hadîseyê, ambulans hatin devera hadîseyê. Kesên birîndar rakirin nexweşxanan.
Li aliyê din li bajarê Kîlîsê, agir bi malekê ket. Di hadîseyê de 3 zarok fecî can dan. Yek ji wan 9 mehî bûye.
Hadîse li mehela Kanalboyûyê qewimî. Di demek kin de şewat gûr bû. Li ser îxbarê, ekîbên îtfaiyê çûn devera hadîseyê. Mudaxela şewatê kirin. Dê û 3 zarokên wê rakirin nexweşxanê. Feqet ji zarokan 2 heban li nexweşxanê rehmet kirine. Tedawiya dê û qîzek wê dewam dike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.