“Li vê derê însanetî nemaye”

“Li vê derê însanetî nemaye”

Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku li Bangledeşê ziyaretên xwe didomîne kampa ku Mislimanên Arakanî lê dimîne ziyaret kir û diyar kir “Ev der cihekî ku lê însanetî nema ye. Ger însanetî îro tiştinan neke ew ê kengî bike?”

Serokwezîr Bînakî Yildirim kampa ku li Cox’s Bazarê ye û Mislimanên Arakanî lê dimînin ziyaret kir. Yildrimê ku ji muhaciran re xwarina germ belav kir bang li temamê dinyayê kir da ku ji Mislimanên Arakanî re alîkarîyê bê kirin.

Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî ziyareta ku kir re daxuyanîyek da û li ser rewşa elemnak a Mislimanên Arakanî de nirxandinan kir. Yildirim di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir  ew ê Tirkîye alîkarîyên xwe yên ji bo Arakanîyan bidomîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ji alema Îslamê re û ji wan kesên din re heman bangê dikin û dibêjin; ev der cihê ku lê însanetî nemaye ye. Ger însanetî tiştina  neke ew ê kengî bike?”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.