Li vê ecêbê binêrin!
Yek ji karesata ku Sûriyê tê de dijî
Her roj dîmenên mirin û êş û elemê li Sûriyê zêdetir dibin, her roj xelkê Sûriyê hêvî dikin êş û azara wan bi dawî were, lê heta vê gavê tiştek nehatiye guhertin. hejmara miriya zêde dibe û hejmara tawanên ku rejîm dike zêdetir dibin.
Di nava vê karesata ku Sûriyê tê de dijî, wêne û dengê êş û elema zarokan ku cîhanê guhê xwe lê girtiye, herî bihêz e. her car mirov dibêje ku tiştê duh li Sûriyê qewimiye herî xirab bû, lê roja pişt re dîmenekî din ê karesatê dê ku hîn xirabtir e.
Ev vîdyoya ku gelek çalakvanên Sûriyê belav kirine, qêrîneke din a zarokên Sûriyê li seranserên cîhanê qeyd dike. Di vîdyoyê de, zarokek ji nav kavilên xaniyekî ku bi erdê re dûz û rast bûye, tê derxistin. Ew bi cesedê xwe yê sal û nîvek ku di nava tozê de mabû derdikeve pêşberî kamîreyê û çîrokeke din a êş û azara gelên Sûriyê ku berî nêzîkî 3 sal ji bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe derketibû, ji dinyayê re vegot.
Roja çarşemê ya borî di roja destpêkirina kongreya Cenêv2 de ku qaşo ji bo bidawîanîna vê karesatê tê lidarxistin, hêzên rejîma Sûriyê bi rokêtekê grad taxa el-Meiseraniye li bajarê Helebê bombebaran kir, di encamê de avahiyeke sivîlan hat hilweşandina û 2 jin, 3 zarok û 5 zilam hatine kuştin.
Dema xelkê taxê bi hawara xelkê di nav wê avahiyê de çûn, dengê giriyê zarokekê ji bin kavilên avahiyê bihîstin û karîn wê xelas bikin berî ku bifetise.
Qeder bû ku jiyana wê berdewam bibe berûvajî bi hezaran zarokên din ên ku her roj di encama bombebaranê yan jî birçîbûn û sermayê jiyana xwe ji dest didin.
Li gor malpera “amarên şoreşa Sûriyê” ji destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011an de heta 31ê kanûna 2013an, 102 hezar û 455 kes li Sûriyê hatine kuştin, ji wan 9 hezar û 763 zarok in. lê “grûpa lêkolînan a Oxfordê” di raportekê de ku meha tebaxê ya borî derketibû, zêdetirî 11 hezar zarok li Sûriyê hatine kuştin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.