Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî

Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.

Hat ragihandin li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin û 14 kes birîndar bûn.

Waliyê Eyaleta Amazonasê Lîborîo Guarulla di daxuyaniya ku derheqê mijarê da de destnîşan kir  erkdarên ewlehiyê ji bo li girtîgeha ku lê girtî kontrol bi dest xistine cardin kontrolê bi dest bixin operasyon dan destpêkirin.

Li gor agahiyên ewil ên ku hatine wergirtin di encama operasyona ku hat destpêkirin de 37 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.