Li Wan û Mêrsînê Protesto
Millet Li Fîlma Xebîs û Li Piştgiriyên Wê Lanet Barandin
Li Wanê ji teref platforma evîndarên pêxember ve protestoyek hat li dar xistin. Meş û protesto piştî nimêja înê pêk hat. Millet bi tekbîr û slogana tevlî protestoyê bûn. Li Emrîka û li siyonîst Îsraîl lanet barandin.
Protesto li ber camiya mezin hat li dar xistin. Beyanata medyayî ji teref Levent Dalgin ve hat xwendin. Di beyanatê de hat îfade kirin ku dijminê Îslamê bi desteka Emrîka û Yehûdiyan heqaretê li Quran û Pêxemberê dikin, heqareta xwe jî li ser navê senet û hunerê rast dikin, li ser navê azadiya fikr û îfadeyê dikin. Ji bona Xwedê! Kengê heqareta li muqeddesatan buye azadiya îfadeyê? Em vê fîlma heqaretwarî û piştgiriyên wê tel’în dikin. Lazim e em musluman li muqeddesatên xwe xwedî derkevin.”
Millet bi slogan û panqartan destek da protestoyê. Li çêker û piştevanên wê û qarîqatorîstên xebîs lanet barandin. Piştî bernama beyanata medyayî protestovan belav bûn.
Her wiha platforma evîndarên pêxember li Mêrsînê jî protesto rast kir. Protesto li ber camiya mezin hat li dar xistin. Millet bi tekbîr û slogan û panqartan tevlî protestoyê bûn. Li çêkerên fîlma xebîs û li zîhniyeta wê lanet barandin. Koordînatorê platformê Ercan Fîdan, beyanata medyayî xwend û wiha got “Quran û Hz Muhammed ji bo muslumanan namûsa ekber e. Emrîka û siyonîst Îsraîl ji pêşveçûn û xurtbûna Îslamê aciz dibin. Kîn û qehra wan ji ber vê ye. Bila bi kîn û qehra xwe bimrin.” Di protestoyê de Quran hat xwendin, selewat hatin anîn. Alayên Emrîka û Îsraîl hatin şewitandin.
Platforma evîndarên pêxember, sibê li Diyarbekir li meydana îstasyonê, ji bo telîn û şermezarkirina fîlma heqaretwarî û piştgiriyên fîlmê, mîtîngek mezin li dar dixe. Mîtîng saet di dudê nîvroyê de pêk tê.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.