Li Wanê aşît ket li ser mînîbûsê: 1 mirî, 12 birîndar

Li Wanê aşît ket li ser mînîbûsê: 1 mirî, 12 birîndar

Li Wanê aşît li ser mînîbûsa rêwîyan ket, di encama ketina aşîtê de kesek canê xwe ji dest da, 12 kes birîndar bûn.

Walîyê Wanê û Wekîlê Serokê Şaredarîya Bajara Mezin yê Wanê Ozan Balci, diyar kir ku li ser rêya Wan-Colemêrgê di herêma Deliva Guzeldereyê de di seatên êvarê de aşît ketîye xwarê, di vê demê de mînîbûsek jî li wê derê derbas bûye û bi aşîtê gêrê şerempolê bûye.

Walî dûre weha got, “Piştî bûyerê ji herêmê re ekîbên me yên AFAD, UMKE, tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin. Ekîbên me xebatên xwe yên li herêmê didomînin. 12 welatîyên me yên ku bi aşîtê ve çûbûn hatin xelaskirin. Rewşa wan baş e. Welatîyekî me canê xwe ji dest daye. Rewşa birîndarên me baş e. Ji welatîyê me yê ku canê xwe ji dest daye re daxwazîya rehmê, ji bo birîndarên me jî daxwazîya şîfa lezgîn dikim.”

Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya jî daxuyanîyek parve kir û weha got, “Vê êvarê li navçeya Elbaka me ya Wanê li alîyê Herêma 32 Wîrajan aşît ketîye xwarê. Ji AFADa bajêr 5 wesayît, 20 personel, ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.”

Wezîr Yerlîkaya îfade kir ku mirovek canê xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.