Li Wanê eroîn hat bidestxistin
Li Wanê wesaîtekê gumanbar hat sekinandin. Di encama lêgerînê de 45 kîlo eroîn hat bidestxistin.
Midûriyeta Ewlehiyê ya Wanê daxuyanî da û diyar kir ku li navçeya Îpekyolûya Wanê wesaîteke gumanbar hat sekinandin, di wesaîtê de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de 52 kîlo eroîn, 5 kîlo hişbira sentetîk "metamfetamin" hat bidestxistin.
Midûriyeta Ewlehiyê daxuyanî da û diyar kir ku ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîkê li taxa Bostanciya Îpekyola Wanê, wesaîtekê gûmanbar hat sekinandin. Wesaîta bi plaqeya 65 … … bi alîkariya kûçikê 'Şîla'yê dedektora narkotîkê lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de, di hundurê 103 kartonan de bi tevahî 52 kîlo û 120 gram eroîn û di 5 pakêtan de bi tevahî 5 kîlo û 22 gram hişbira sentetîk "metamfetamin" hat bidestxistin.
Şikdarên bi navên E. Ü. û H. K. bi gumanbariya tîcareta tiryakê kiriye û bi sûcê neqilkirina tiryakê, hatine ninçavkirin. Derbarê mijarê de lêpirsîna berfireh didome.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.