Li Wanê Kampanya Selewatan
Di çarçova bernameyên salvegera wîladeta pêxemberê me de, gelek fealiyet li seranserê welat tên kirin.
Di çarçova bernameyên salvegera wîladeta pêxemberê me de, gelek fealiyet li seranserê welat tên kirin. Yek ji wan beriya bernameyan, destpêkirina kampanyayên selewatan e. Ji niha ve li gelek deveran van kampanya dest pê kirin.
Li Wanê bi hevkariya radyoya Serhad FM û platforma evîndarên pêxember, kampanya selewatan dest pê kir. Ji bernamevanên radyoyê Ebdulwehhab Akkay, di heqê kampanyayê de wiha xeber da “Kampanya selewatan, bi platforma evîndarên pêxember rê tê kirin. Îsal hedefa me 5 milyar selewat e. Serê heftekê ye ku, kampanya dest pê kiriye. Em dixwazin îsal jî, bi tevliyek mezin selewatên millet hediyeyî Resûlê Xweda bikin.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.