Li Wanê Lehî

Li Wanê Lehî

Di Hadîseyan De 2 Kes Mirin 2 Kes Jî Winda Bûn

Li Qirqeliya navçeya Wanê, li gundê Bogazkesenê bobelata lehîyê qewimî. 2 kes mirin û 2 heb jî ber bi avê ketin û wenda bûn. Bi sedan heywanên gundiyan jî telef bûn.

Li Qirqeliyê, ji nişka ve zîpikê destpêkir û di demeke kin de bû lehî. Hadîse danê êvarê saet di derdorê 4an de pêk hat. Jinek û kurê wê ber bi avê ve diçin û can didin.

Li gundê Hespistanê jî, agahiya ku ji gundiyan hatiye girtin, nêzika sed dewarên gir, ber bi lehiyê ketine. Ji wan dewarana jê 25 ancax xelas kirine û wana jî serjê kirine.

Tîmên sivîl yên rizgarkirinê xwe gihandine cihê bûyerê û dest bi xebatan kirine. Heta niha di derbarê 2 kesên windabuyî de tu salox nehatiye girtin.

Dîsa, li gundê Sugeçenê, pirek û gellek axur hilweşiyane.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.